Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rojnamevan û sernivîskarê kovara Gulan û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiyê (PDK) (Ferhad Mihemed) gihîşt min.
Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Ferhad Mihemed û heval û hevkarên wî û hemû nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê dikim û ez hevparê xema wan im.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
13ê Mijdara 2026

