Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya (Erdal)ê kurê hunermendê ezîzê Kurd (Brader Mûsikî) gihîşt min. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Brader Mûsikî û malbat û kesûkarên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedê jêrazî Erdal bi behiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
8ê Mijdara 2026

