Roja duşemê 12 Cotmeha 2026 li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Iraqa Federal û Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate kirin û tekez li ser pêwîstiya temamkirina pêkhateya wezarî ya hikûmeta federal û piştgirîkirina wê hate kirin.
Herwiha ronahî xistin ser dengdana li ser budçeya giştî û derxistina yasayên pêwîst û çareserkirina kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

