Roja Yekşemê 13ê Îlona 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li hejmarek kesayetî, rihspî û serok eşîr û hozên parêzgehên Iraqê kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan ku bi mebestа pêşkêşkirina sersaxiyê serdana Serok Barzanî kiribû, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ji Serok Barzanî re anîn ziman.
Her di hevdîtinê de şanda mêvan rolа Serok Barzanî di kûrkirina birayetî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan bi giştî û di navbera Kurd û Ereban bi taybetî de bilind nirxand. Herwiha di beşekî din ê hevdîtinê de behsa peywendiya dîrokî û biratiya di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de hat kirin, Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku nabe nakokiyên di navbera aliyên siyasî de bibin sedema têkçûna peywendiya di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de. Herwiha Serok Barzanî ew yek jî anî ziman ku me parlementerên xwe raspardiye ku di erk û karên xwe de bê cudahî ji bo hemû Iraq û Kurdistanê kar bikin û tekez li ser berdewamiya zêdetirkirina hewldanan ji bo berfirehkirina birayetî û peywendiyên di navbera pêkhateya Ereb û Kurd de kir

