رۆژنامەی ھەولێر

Serok Barzanî pêşwaziyê li Berpirsa Dosyeya Iraqê li Encûmena Atlantîkê kir

Roja Yekşemê 30ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li xanima Victoria Taylor, Birêvebira Dosyeya Iraqê li Encûmena Atlantîkê kir.
Di vê hevdîtinê de gotûbêj li ser guhertin, pêşhat û hevkêşeyên navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de kirin.
Nirxandina pêvajoya siyasî ya Herêmê û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, mijarên din ên vê civînê bûn.