Roja Şemiyê 29ê Tebaxa 2026an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Christian Oelfke, Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê, kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Almanyayê bal kişand ser rol û girîngiya taybet a Herêma Kurdistanê di aramî û ewlehiya Iraq û navçeyê de û tekez li ser xwesta welatê xwe kir bo hevahengî û hevkariya di navbera Almanyayê û Herêma Kurdistanê de di warên cuda cuda de.
Her di wê hevdîtinê de behsa dawîn guhertin û pêşhatên Iraqê hate kirin û ronahî xistin ser gef û metirsiyên terorê û rewşa Iraqê di qonaxa dahatû de.
Pêvajoya siyasî ya Herêmê mijareke din a wê hevdîtinê bû.

