رۆژنامەی ھەولێر

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê kir

Roja duşemê 3yê Tebaxa 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Mamosta Elî Bapîr Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de li ser dawîn pêşhat û bûyer û rewşa navçeyê û Iraqê û bandorên alozî û girjiyên navçeyê li ser ewlekarî û aboriya cîhanî û herêmî û navxweyî de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser pêvajoya siyasî ya Herêmê û hewldanên ji bo nêzîkbûna aliyên siyasî û derbaskirin û çareserkirina girêbûna siyasî ya Herêmê.