رۆژنامەی ھەولێر

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Etbeya Huseyniye ya pîroz kir

Roja duşemê, 9ê Mijdara 2026an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeyeke Etbeya Huseyniye ya pîroz bi serokatiya Şêx Elî El Qerawî kir.

Di hevdîtinê de, ligel behskirina têkiliyên dîrokî yên navendên olî û mezhebî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, tekez li ser berdewamiya wan têkiliyan û giyanê lihevhatin, biratî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên Iraqê de kirin.