رۆژنامەی ھەولێر

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo hunermend Brader Mûsikî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya (Erdal)ê kurê hunermendê ezîzê Kurd (Brader Mûsikî) gihîşt min. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Brader Mûsikî û malbat û kesûkarên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedê jêrazî Erdal bi behiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
8ê Mijdara 2026