رۆژنامەی ھەولێر

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Mihemed Şiya Sûdanî kir

Piştî nîvroya îro duşemê 12/10/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê û Serokwezîrê berê yê Iraqa Federal kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, dawîn pêşhatên navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevkirina di navbera aliyên siyasî de ji bo parastina aramiyê, pêşxistina aboriyê û xizmetkirina welatiyan kirin.

Pêwîstiya hevahengî û xebata hevbeş di navbera hêz û aliyên Iraqî de ji bo rûbirûbûna astengiyan, mijareke din a civînê bû.