Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku ji serokên fraksiyonên nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêk dihat.
Di hevdîtinê de şanda mêvan ku bi mebest û armanca sersaxiyê serdana Serok Barzanî kiribûn, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî anî ziman.
Her di wê hevdîtinê de jî gotûbêj derbarê rewşa giştî ya Iraqê û gef û astengiyên li ber Iraqê di qonaxa dahatû de hate kirin û herwiha bal kişandin li ser kar û erkê parlemento û kutleyên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî.
Her di wê hevdîtinê de tekez li ser pabendbûna bi destûrê û piştgirîkirina hikûmeta Iraqa federal û saziyên din ên dewleta Iraqê hate kirin ji bo parastina seqamgîriya Iraqê û birêkûpêkkirina dostanî û peywendiyên hevseng ligel welatên cîran û herwiha dijayetîkirin û ji binî ve rakirina gendelî û bazirganiya madeyên hişber li seranserê Iraqê kirin.
…………………………………

