Roja Yekşemê 30ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Clemens Semtner Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Stefan Vent berpirsê nû yê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê amade bû, Balyozê Yekîtiya Ewropayê pîrozbahiya 80 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Serok Barzanî kir û herwiha hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên êrîşên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê di çend mehên borî de ragihand. Herwiha ligel bal kişandina li ser aloziya rewşa
navçeyê, tekez li ser wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo Yekîtiya Ewropayê herdem cihê girîngiyê ye.
Her di wê hevdîtinê de di derbarê rewş û aloziyên navçeyê û rewşa Iraqê di qonaxa bê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêşhatên Sûriyê û rewşa Şingalê û sedemên bicîhnekirina Rêkeftina Şingalê mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.

