Roja Şemiyê 29ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Dr. Mahir Kirkî, Konsulê Giştî yê Filistînê li bajarê Hewlêrê, kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê ku bi boneya bidawîhatina erkên xwe û ji bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, silavên taybet ên Serok Mehmûd Ebbas, Serokê Filistînê, gihandin Serok Barzanî. Herwisa pîrozbahiyê jî li Serok Barzanî kir ji bo wergirtina nîşana asta bilind a Papayê Vatîkanê û rola Serok Barzanî di kûrkirina çanda lêborîn û pêkvejiyanê de bilind nirxand. Spas û rûmeta xwe jî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir ku herdem hevxemê êş û nexweşiyên gelê Filistînê bûne. Herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hêsankarî û alîkariya revenda Filistînî û dayîna burs û rexsandina derfetên xwendinê bo xwendekarên Filistînî.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Serok Mehmûd Ebbas, Serokê Filistînê kir û digel amajeya bi têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê de, tekez li ser rewayetiya doza herdu gelan û maf û daxwaziyên wan kir. Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyoz Dr. Mahir Kirkî xwest di erk û karên wî yên dahatû de.

