رۆژنامەی ھەولێر

Serok Barzanî Pêşwaziya Xatûna Victoria Taylor kir

Roja Çarşemiyê, 11ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Xatûna Victoria Taylor, Cîgira berê ya Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên (Iraq-Îran) û Berpirsa Beşa Înîsiyatîfa Iraqê li Navenda Lêkolînê ya Civata Atlantîkê (Atlantic Council) kir.

Di hevdîtinê de, rewşa niha ya giştî ya herêmê, pêvajoya siyasî ya Iraqê, û hewldanên dawî yên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Di heman hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên wê hatin behskirin. Xatûn Victoria Taylor bal kişand li ser rola girîng a Serok Barzanî ya di hewldanên wî yên li gel Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê ji bo cîgîrbûna agirbestê û pêkanîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û wan hewldanan gelek bi bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ragihand ku “em dixwazin aştî û aramî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê cîgîr bibe û agirbesta di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de berdewam bike, û her du alî pabendî cîbicîkirina bendên lihevhatina di navbera wan de bin ji bo bidawîkirina şer û alozîyê. Di vê çarçoveyê de, her tiştê ku ji destê me hatibe, ji aliyê navbeynkariyê ve di navbera her du aliyan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimî û ziyanberketiyan, me pêk anîye.”