Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Wekî ku hemû alî agahdar in, li gorî rêkeftina di navbera hêzên hevpeymanan û hikûmeta Iraqa federal de, îro 30ê Îlona 2026 dawîn roj e ji bo bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê. Hevpeymanan di şerê li dijî terorê de û her wiha di vegerandin û bihêzkirina aramiyê li Iraqê de piştgiriya hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kirin.
Hêzên hevpeymanan di dema mayîna xwe de alîkariyeke pir mezin a hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kirin û heta qurbaniyên zêde jî dan. Niha jî piştî bidawîhatina erkê wan, ew di paşerojê de ji bo hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dimîne ku li gorî rewş û mercan û ji bo parastina aramiyê, rêkeftinên dualî bi welatên hevpeyman re bikin.
Li vir da cihê xwe ye ku em spasiya hewl û keda hêzên hevpeymanan bikin, rola wan di têkşikandina DAIŞê û vegerandina aramiyê bo Iraqê cihê rêz û rûmeteke mezin e. Her wiha silav ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên hevpeymanan dişînin û bîranîna wan her bi bilindî dimîne.
Derbarê Herêma Kurdistanê de jî gelek kes ji ber dilgiraniyê û hinek jî ji ber kîn û rik û şîroveyên nerast wisa difikirin ku bi nemana hêzên hevpeymanan êdî Herêm jî dê bikeve bin gef û metirsiyê û dawî lê bê. Ez dixwazim gelê xweşdiviyê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku hevahengiyeke pir baş bi hikûmeta Iraqa federal re heye ji bo bersivdana her cure gef û metirsiyekê, çi ew gef di bin navê DAIŞê de be yan bi her navekî din be.
Her kes û aliyek ku xeyala wê yekê bike bibe gef û ziyanê bigihîne aramiya Herêma Kurdistanê, bila bizanibe li Kurdistanê bi qasî pêwîst Pêşmerge, qehreman û cangoriyên welat hene ku berevaniyê ji xelk û axa Kurdistanê bikin û hemû gef û destdirêjiyan têk bişkînin. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî ku koka wê di dîroka xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de heye û berhema xwîna şehîdan û hêstrên çavên dayikên şehîdan e, her dimîne. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevahengiya tevahî bi hêzên Iraqa federal re, amade ne ji bo berevaniyê, parastina aramiya welat û nehiştina her cure gef û metirsiyekê.
Mesûd Barzanî
30ê Îlona 2026

