Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.
Di hevdîtinê de Lord Ashcroft kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û destxweşiya xwe ji bo wan pengavên ku ber bi geşbûn, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku divê rastiya Herêma Kurdistanê û doza Kurd di asta cîhanî de baştir bê naskirin û qurbanîdana hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Lord Ashcroft kir. Her wiha kurteyek li ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê di sed salên borî de pêşkêş kir. Her wiha bal kişand ser çanda dewlemend a pêkvejiyana gelê Kurdistanê û tekez li ser pêwîstiya çareserkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê bi rêya diyalog û awayê aştiyane kir. Di beşeke din a axaftinên xwe de Serok Barzanî bal kişand li ser rewşa Iraqê û tekez li ser pêdagirbûna hemû aliyan bi destûrê ya ji bo aramî û çareserkirina kêşeyan kir.

