Roja Yekşemê 09ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Xatûna Holly Fair, Konsula nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir.
Di vê hevdîtinê de birêz Konsula Giştî ya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî û destbikarbûna xwe wek Konsula nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha Konsula Brîtanyayê bal kişand li ser wê yekê ku dê berdewam be di hewldana ji bo berdewamî û girîngîdana zêdetir bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û heyraniya xwe bi pêşketinên Herêma Kurdistanê di warên cihêreng de nîşan da.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatina Konsula nû ya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir û di erkên wê de hêviya serkeftinê jê re xwest û amadebûna xwe di piştgirîkirina erkên wê de li Herêma Kurdistanê ragihand.
Rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal mijareke din a hevdîtinê bûn. Girêdayî vê mijarê Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku peywendiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bi Serokayetiya Serokwezîr birêz Elî Zeydî di qonaxeke gelek baş de ye û hevahengî û hevtêgihiştineke baş di navbera herdu aliyan de heye.
Rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhertinên navçeyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn

