Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyan (Xwendekar) û Lawanên (Ciwanên) Demokratên Kurdistanê, ez pîrozbahiyên germ li Sekreter û endamên sekreteriyetê û hemû ciwan û xwendekarên Kurdistanê yên delal dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwazim.
Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê di Şoreşa Îlon û Gulanê, Serhildanê û qonaxên din de bûye cihê perwerdekirina têkoşer û welatparêzan û kadroyên bi jêhatî. Herwiha rola xwe di piştgirîkirina Pêşmerge û têkoşîna Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de bi şayêsteyî lîstiye û qurbanî dane.
Erka rêxistina xwendekar û ciwanan e ku di hemû rewş û qonaxan de pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetiyê bin û bi rêya belavkirina hişyariya neteweyî û bawerî bi xwe bûna neteweyî di nava civakê de, xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê bikin.
Her serkeftî bin û di xêr û xweşiyê de bimînin.
Mesûd Barzanî
18ê Sibatê 2026

